Abbas Ahmed - Hey Hey
wêneyê hunermendî:ê 80 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Abbas Ahmed - Hey Hey

Hey hey çavê te reş in
Hey hey kil ji wan diweşin
Hey hey bi xeml û rewş in ley ley ley..

Hey hey ji kevîya dikeve
Hey hey stêrka şevê
Hey hey li bextê te be

Kuro lawo welat çû dûr ket ji karwan
Xemla gulê winda bû zarok şikestî man

Ji bo min mirin jîyan e
Ji bo te evîn nîşan e
Ji bo me welat derman e

Hey hey ew nakeve
Hey hey ew naheje
Hey hey tim bilind dibe lo lo lo

Neheje û nekeve li ser piya bimîne
Tu çîya yî di çavê min de wisa bimîne

Xema te findarîya te ye
Her şikestina kanîya te ye
Ma ketin para te ye lo

Ne pencere hêvî bidê
Ne jî pel e li ber biherê
Ne jî bûm e ku ronî bidê ley ley lê

*Deşîfrekirin: Yûnis Das
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?