Ebas Kemendî - Sebrî
wêneyê hunermendî:ê 75 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ebas Kemendî - Sebrî

Wey eger naweket feramoşim bê
Wey sifîdî kefen balapoşim bê
Ey dilekem derbênin birwanin têya
Wey be gheyrî naw to hîç nîye têya
Sebrî, sebrî

Wey şert bê le daxit ta rojî mehşer
Wey bergî ezyatît dernênim le ber
Wey şert bê le daxit ta rojî mehşer
Wey bergî ezyatît dernênim le ber
Sebrî, sebrî

Wey sebrî gulfiroş gul dane dane
Wey dilekem bo dileket wêl u heyrane
Ey sebrî bo xatir tekîyey babe şêx
Wey memkûje be naz membire be têx
Sebrî, sebrî

Ey quranê bêne bîxe dawênim
Min le to zîyatir kes nalawênim
Ey qesem be quran xetmî kelame
Wey îşqit ta mehşer pabendî pame
Sebrî, sebrî

Wey şert bê le daxit terkî dinya kem
Wey be wêney mecnun rû le sehra kem
Wey şert bê le daxit ta rojî mehşer
Wey bergî ezyatît dernênim le ber
Sebrî, sebrî

Ey helbigre xencer bîde le cergim
Wey ewsa bixwêne yasînî mergim
Ey helbigre xencer bîne pamewe
Wey xot be be hakim bêre lamewe
Sebrî, sebrî

Ey eger gîyan kêşan wek dûrî to bê
Wey yaxwa be nesîb corî ser ko bê
Ey bîke be xatir sî cizmey quran
Wey leme zîyatir memke sergerdan
Sebrî, sebrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?