Abrahamê Karapêt - Ser Bîrê
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Abrahamê Karapêt - Ser Bîrê

Min te dîtibû li ser bîrê, li ser bîrê,
Av dikişand bi zencîrê,
Ez diramûsim keçika pîrê,
Way lê way lê malam’ wêran,
Diçûme neçûme, bavo, çevreşê,
Çavreşê gerdenxweşê.
Min te dîtibû li nav titûnê li nav titûnê,
Agir danî ser qelûnê,
Radimûsim keçxatûnê,
Way lê way lê malik wêran,
Diçûme neçûme, bavo, çevreşê,
Çavreşê gerdenxweşê.
Min te dîtibû li nav geneka li nav geneka,
Keçê neke van heneka,
Radimûsim çavbeleka,
Way lê way lê malik wêran,
Diçûme, neçûme, bavo, çevreşê,
Çavreşê gerdenxweşê.
Min te dîtibû li nav jebeşa li nav jebeşa,
Çi hûrik hûrik dimeşa,
Ez radimûsim keçika reşa,
Way lê way lê malik wêran,
Diçûme, neçûme, bavo, çevreşê,
Çavreşê gerdenxweşê.
Min te dîtibû li nav pembûya li nav pembûya
Çi hûrik hûrik boriya
Radimûsim her du ruya
Way lê way lê malik wêran
Tew çûme neçûme, bavo, çevreşê
Çavreşê gerdenxweşê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?