Adem Tepe - Warê Mezin
wêneyê hunermendî:ê 123 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adem Tepe - Warê Mezin

Warê Mezin, warê mezin
Lê dçêrin karr û bizin
Min rindika xwe wenda kir,
Pişt bi kemer, dest bi bazin.

Were rindê bê te nabim,
Ji kêleka te ranabim.
Ji kêleka te ranabim
Derd giran im, derd giran im.

Warê mezin bi zevî kin
Ber bikolin bi kanî kin
Rindika li gundê me de,
Hun ji min re dergîstî kin.

Were rindê bê te nabim,
Ji kêleka te ranabim.
Ji kêleka te ranabim
Derd giran im, derd giran im.

Baran barî her der şil kir,
Nav kelema tijî gul kir.
Rindika li gundê me de,
Kezeba min tijî kul kir.

Were rindê bê te nabim,
Ji kêleka te ranabim.
Ji kêleka te ranabim
Derd giran im, derd giran im
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?