Adil Bertî - Bahoz
wêneyê hunermendî:ê 60 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adil Bertî - Bahoz

Di bahar a dilê xwe da mi gul sosin hewan
Di havîn a dilê xwe da mi derd û kul kewan
Di payiz a dilê xwe da mi êş û jan kişan
Zivistan a dilê xwe da bah û bahoz xwarin dayê
Bah û bahoz xwarin dayê, bah û bahoz xwarin
Di ciwaniya emrê xwe da bah û bahoz xwarin dayê
Bah û bahoz xwarin dayê, bah û bahoz xwarin

Dayê ez zarokek dozde salî me
Zarokatî ya xwe ez têr nejî me
Geh li kolanan geh li zindana me
Di bahara dilê xwe da bah û bahoz xwarin dayê
Bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin
Di ciwanîya emrê xwe da bah û bahoz xwarin dayê
Bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin

Carna ez diçim mirinê lê ez nemirim
Carna ez dilçin jîyan ê lê ez li wir mirim
Dayê ez nemirim vaye hê dijîm
Di ciwanîya emrê xwe da bah û bahoz xwarin
Dayê bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin
Di bahara dilê xwe da bah û bahoz xwarin
Dayê bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin

Gotin û Muzîk: Adil Bertî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?