Adil Bertî - Dezgirtiya Xorta
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adil Bertî - Dezgirtiya Xorta

Nalînek tê guhê min lê winda û nehan e
Agir berda dilê min tev bu pêt û duxan e
Barek daser milê min lê barekî giran e
Dane serhev kulên min hemîder û bela ne
Dengê kêye ye dinalî nali nala welat e
Dikî gazî dikalî rabin çaxê xebat e
Kurd û zaz û celalî tevda çêkin civat e
Kes xwe nedin wîyalî îro roja felat e

Xortê Kurdan şîyar bin guh medin wan nemerdan
Bav û kalê me rabun hemî mirin ji derdan
Derdê li wan giran bun îro lime çi serdan
Newek bav û bira bun yara xwe ji des xwe berdan
Xemlandîme seran ser dezgirtîya xorta me
Gerden sêvek sor û zer li hêvîya merda me
Qelen xwîn e ne gewher kurdîstana kurda me
Bê tang û top û leşker îro we ez berda me

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Adil Bertî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î