Adnan Kerîm - Eşq û Azadî
wêneyê hunermendî:ê 42 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adnan Kerîm - Eşq û Azadî

Eger çî şew direnge saqî bom têke kemekî tir
Ke wa em şew serîhelda le naximda kemekî tir
Le bade em jemetêrke minî tînuy cîgersutaw
Be çî diyare ke deybînim şewêkîtir jemêkî tir
Ewende derdedar û bê peristarim ke pêm waye
Le ser kêkî temen helnagirê taze şewêkî tir
Gelêkim rojgarî tal û şêrîn rabiward axo
Merg mewda de da dîsan bibinim serdemekî tir
Geyştme ser tropkî arezu rojê ke çi riwanîm
Le pêşimdaye zerd û mahu û sext û estemekî tir
Heta çarşêw be ser to we debinim nazenînî kurd
Be ser bîlbîlekey çawî mina dekişê temêkî tir
Nema xanî heta çîrokî êşqî ême darêjê
Dena hêşta le kurdistan dejîn Zîn û Memêkî tir
Hezar hênde perîşan û siyaçare bijîn hêşta
Le nêw dilda heme awatî xal û perçemêkî tir
Hetakû dîwa pişû rêbiwarî rêgay eşq û azadim
Eger bêcige le nakamîş nebinim berhemekî tir
Ke firmêskim le ser ruxsarî kîjî dilşikaw bînî
Gotim ya xwa le ser surgul nebinim şewnimêkî tir
Şewêkî çawenwarit bûm nehatî gyanekem mîstit
Mnî dilnasikî şair bigêrim matemekî tir
Xidirnîm bo temen şêt bim be kanî jînêda nûsêm
Ewindem jîn dewê ta dem denême nêw demekî tir
Be to çarey çilon dekirê derunî pir le nasorim
Xisarî bo dekey diktorî zana merhemekî tir
Bihar û gul kiç û mangeşew şi’îrî ter û bade
Le wey ziyatir cenabî şêx gerete alemekî tir
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?