Adnan Kerîm - Niştiman
wêneyê hunermendî:ê 97 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adnan Kerîm - Niştiman

Çen bîrî estêran dekem, tenya lewê
Her estêrew bo cê jiwanê rênmaye
Çen be ’eziretî asmanim, tenya lewê
Asman deryay damanî leberdaye
Bo bonêkî xwakird şêt bûm, tenya lewê
Her kulîlkêk şûşe bonî ser wallaye

Le her cêyek çiya bibînim
Dillim wek le jiwanî yekemim da dadexurpê, radeçillekê
Sersam dewestim le binya wa têdegem
Le çiyay min ra dest pê deken çiyakanî hemû dunya

Le her kwê kanî bibînim
Dillim wek le jiwanî yekemim da dadexurpê, radeçillekê
Pêş ewey bînî pêwenêm
Leberdemya be hêminî çok dadedem
Qewzey serî wek şa biskî şorrejinê şane dekem
Çunke min wam be bîrda dê, ke şîrînayî gişt kanîyekan
Le nîştîmanî min radê

Sermay gelê şaranim dî
Bellam pencem le go neçûn
Çunke sermay hemû cêyek tîşkê rojî nîştîmanî minî tiyaye
Germay gelê şaranim dî
Bellam giyanim weriz nebû
Çunke germay hemû şarê sirweyekî nîştîmanî minî tiyaye

Nîştîmanim to wek taney leser çawim
To wek temî, le gişt lawe dewret dawim
To awêney, le naw to da hemû dinya be dî dekem
To teymanî, be hoy towe hîç nabînim
Ne kel debînim, ne zewî
Ne xwa debînim, ne asman
Ca nazanim ne cîhan wek to biçuke
Ne to gewrey beqet cîhan
Nîştîmanekem kurdistan

Ebdulla peşêw
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?