Agit Işık - Gulnaz
wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Agit Işık - Gulnaz

Gulnaz, wekî ji min ra yarî,
Êdî min çi derde,
Li pişt min çiya û beyar î,
Êdî min çel û nerd e

Ji min re dinya û alem î
Şêrînê de xeberde
Hezar lutb î û kilamî
Ez hilînim ber te

Hub û evîna te esmer,
Dermanekî merd e,
Nakim xofê jehra mahrê,
Xayîn û nemerd e

Muhbeta te li min bihar e,
Sufet tava şerq e,
Çi xema min hewa sar e,
Zivistana sert e

Çavên te de soz û îman e,
Min qerar û şert e,
Te sîng çayîr û çîman e,
Ji min re war û erd e

Hub û evîna te esmer,
Dermanekî merd e,
Nakim xofê jehra mahrê,
Xayîn û nemerd e

Helbest: Fêrîkê Ûsiv (ji helbesta Nîkolayev Popovîç)
Muzîk: Agit Işık
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?