Agit Işık - Hez
wêneyê hunermendî:ê 38 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Agit Işık - Hez

Hezê digerim
Bi delekî mişt hez
Nebînim bi ser ve nebim jî ez
Ez ê ji dû venegerim
Hezê digerim hezeke wusa
Safî,sebîl ne miqabilî tiştekî
Û henûn henûn mîna ya mindalekî
Dibînim heza berxika li dû makê
Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê
Hezê digerim niha dizanim
Dengê xwezayê ye hez herikîna avê
Guvîna bê xuşîna spîndarê
Min xezalek wenda kir
Li vê pesarê
Dildarên xakekî nebedî bûn
Şiverîyên çîyayekî de vê berêvarê
Dîsa welatekî de vê berêvarê
Hezê digerim di dilê welatekî de
Min ji welatekî hez kir li vî dîyarî
Hinek ji vî bajarê paşê dîsa ji welatekî
Mîna nanekî çar parî…

Helbest: Arjen Arî
Muzîk: Mirady
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?