Agit Işık - Rojên Tarî
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Agit Işık - Rojên Tarî

Mijê girt ser welatê min,
ka heyv û roj, ka asîman?
Ket ser şar û kelehên min,
tîr tê re naçe mijek giran.
Ava spî bi çavan de hat,
rê û rêçik tev wenda ne.
Li beriya min aso dûr e,
dergeha min bûye leylan...

Derdan heland hinav û dil,
diaxivin kul û birîn.
Janê daye dilê bi kul,
ji ber daxan dikim qêrîn,
Dikim hawar , gazî dikim
li heval û cîranan.
Ji birînan min bi cok in,
ji çavên min çemên bi xwîn...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?