Ahmedê Mirazî - Nîvê Şevê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ahmedê Mirazî - Nîvê Şevê

Were wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê, wey lê wey lê,
Ê lê dînê bi, ez nexweş bûm pir bedhal bûm, êvar bû şermate ya nîvê şevê mi
bala xwe dayê,
Dîkê nîvê şevê li min ha dixulxuland,
De min ê bala xwe dayê, du pîrê zebanî, bêaqûbetê, bêîman
Li ber serê min evdalê Xwedê rûniştî bûn,
Yekî bi helebiyê kefenê min dipîva, yanga dinê bi meqesê sivik sivik wiha difesiland,
De ji nîvê şevê bi şûn da xwêdana xêrê li min rabû, qîrînêkî li min tesel bû,
Min bala xwe dayê keweke gozel e, gogerçîn li kêleka mi evdalê Xwedê rûniştî bû,
Li fenanê ewrê biharê, meha nîsanê baran jê dibare,
Ser mi evdalê Xwedê da hêstrê çava ha dibarand,
Mi go wey lo, agirê kulê mala bavê ketê, welatê xerîba ez bimrim tu bimînî,
Nizanim qolî zêra ber eniya gever dêmê gulî te ji kê ra dişitiland,
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, de wayê li minê, xayîn felekê.
Zû were wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê, wey lê,
Oy lo lawiko ez ê li ber te da dar im, ji dara hirmê me,
Ez ê gul im gul sosin im, li zozana li çiya û belanê bilind û wa devê belekiyê,
De ez ê wexta dagera ê’lê, şixul emelê dinyayê, dinyalikê, debarê wi dirlikê,
Ez ê ta rihana bibînîm, hêşîn bûne li ser riyê çar deriyanê koçî keriyên van
eşîra wa li dirbê min,
De keleşo lawiko min bihîstiye tu derî welat, dev ji welatê xerîba vê gurbetê
ha ez nemînim,
Ez nizanim bi çav û bîrêyê belek dêmê gulî, li welatê xerîba ez ê bimînim li
hêviya kê me,
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, de wayê li minê, xayîn felekê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î