Alî Baran - Demê Demê
wêneyê hunermendî:ê 114 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Alî Baran - Demê Demê

Demê demê demê,çi xweş e demê
Werin hevra bigrin, em eşq û semê
Cema me şûna ehlîbeytan e
Sema me tehre çel Qirxleran e
Rêya me rêya deh û du îmaman e
Xizir hazir û nazir li ser riyan e
Demê demê demê, çi xweş e demê
Werin hevra bigrin, em eşq û semê

Heftê û du millet hat ser Cîhanê
Alem ji yek nuxdê tev peyda bûye
Dunya bakî nîne qe ji kesan re
Aliyek peyda bûye ji Kurmancan re
Demê demê demê,çi xweş e demê

Emê biratî bikin rê û tevdîr,
Emê ne bin hêsirê ber zulmên mîr
Ê bên zemanên bi kêyf û bi nûr
Ê rabe zemanên,tarî û zuxûr
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?