Ali Jiyan - Lo
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ali Jiyan - Lo

Emin xwedîyê dîrokêne
Şer û cenge li welatê me
Rabin hemû rabin bi hevre
Werin hevalno raperîne

Lo lo lo lo Kurdistan wêrane lo
Lo lo lo lo Çîya me badike lo

Hewar a Dersim û Koçgirî
Qêrîna Zîlan û Agirî
Berxwedana Mahabad û Kobanê
Nalîna Şengal a birîndarî

Lo lo lo lo Kurdistan wêrane lo
Lo lo lo lo Çîya me badike lo

Emê bigrin tola şehîdan
Her yek dibin ji te re canfeda
Em nahêlin di dest neyaranda
Rizgar bikin ji bin destan

Lo lo lo lo Kurdistan wêrane lo
Lo lo lo lo Çîya me badike lo

Gotin : Wezîr Demir
Muzîk: Ali Geçimli
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?