Aram Serhad - Zore
wêneyê hunermendî:ê 347 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Serhad - Zore

Zore dayê, xerîbî zore, xerîbî zore
Dayê tenê mame
Destê komên kotî
Bavo tenê mame
Destê komên kotî
Çi bikim sebra min nayê
Dilê min xwîn digirî

Zore dayê zore, xerîbî zore
Zore bavo zore, xerîbî zore

Ez hez nakim ji xerîbîyê
Ne cîhê min lê heye
Ne hez kirîyê min
Li pê te hatim vira
Ku ez bimrim
Bi axîn û bi hesret
Bila li te be
Ah û gunehê min
Bê kefen min deynin ser çîyayê bilind
Da bikîje bedena min
Behn û bayê welatê min

Dinya fanîye, her tişt derewe
Bê berzede bûye, camêr ne maye

Zore dayê zore, xerîbî zore
Zore bavo zore, xerîbî zore
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?