Aram Tîgran - Ax Axa Welat
wêneyê hunermendî:ê 639 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ax Axa Welat

Ax hey hey welat, ax hey hey zeman
Ka çima rastî li ser te neman

Dil ax e ax e
Ev çax çi çax e
Kurd ser axa xwe
Bûne şax şax e

Bazk û qanat î
Av li heyat î
Ji mi ra ziyaret î
Ax axa welat

Hetanî heme
Maşûqê te me
Bêy te dil xem e
Ax axa welat

Çima zozanê te yî
Xas bilind cî
Nayên vegirtin
Konê Kurmanc in

Kaniya xulxulî
Şalûl bilbilî
Zeyneta dilî
Ax axa welat

Nifûsa weten
Li ser bîna te
Hêsîriya milet
Li ser dîtina te

Bes e êdî bes
Me bibe xîret
Bextê şehîda
Me bibe şîret

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?