Aram Tîgran - Ax Lê Gidyanê
wêneyê hunermendî:ê 461 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ax Lê Gidyanê

Ax lê gidyanê, heyran heyranê
Nezan nezanê, keça zeriyanê
Vê roja hanê, tu nayê xanê(xuyanê)
Herne seyranê

Ax lê gidyanê, heyran heyranê
Keça zeriyanê, bi nav nîşanê
Vê şeva hanê boy ramûsanê
Têyî(herne) meydanê

Ax lê lê gidyanê, heyran heyranê
Keça zeriyanê, tu Tiblîsvanê
Ji Masîfkildanê bûyî mêvanê
li Êrîvanê

Ax lê gidyanê, heyran heyranê
Keça zeriyanê, qewilê me kanê?
Vê roja hanê, bi ramûsanê
Herne dîlanê.

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?