Aram Tîgran - Ay Dil Ay Dil Dilo Lo
wêneyê hunermendî:ê 718 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ay Dil Ay Dil Dilo Lo

Ay dil ay dil dilo lo
Te digo çi min digo wilo lo
Wext derbas bû wekî duh
Heya ez heliyam lo

Ay dil dilê xortanî
Gelek tiştê xweş te anî
Mi digo qey tu bi ziman î
Lê Kurmancî nizanî

Ay dil ay dil dilê geş
Te dî gelek tiştê xweş
Te yek dikir sed û şeş
Xera kir kezeba reş

Ay dil ay dil dil dêşe
Dil kezebê digivêşe
Kes nizane ev çi êşe

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?