Aram Tîgran - Bawer Nakim
wêneyê hunermendî:ê 423 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Bawer Nakim

Keçê ji bona te ez dîn im
Kilama li ser te dertînim
Çavê xwe li te digerînim
Bawer nakim te bibînim

Sibê nîvro ber êvarê
Hîviya te me bin vê darê
Dûr va gava te dibînim
Dil û hinav têne xwarê

Dibêm were çima nayî(ê)?
Tu kevoka li vê duniyayî(ê)
Ser te ewr e, nabe sayî
Tu ji hêlîna xwe dernayî(ê)

Navê te yî xweş kê daniye?
Rûkê te yî sor li hev aniye
Birûh bijang kişandiye
Dilê min ji ber helandiye

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?