Aram Tîgran - Bi Xêr Hatî Tu Newroz
wêneyê hunermendî:ê 444 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Bi Xêr Hatî Tu Newroz

Bi xêr hatî tu Newroz
Sersala me(tev) Kurdan î
Dilê me her li ba te
Hêja û sergiran î

Newroza me hêja ye
Bijî sersala Kurda
Bi kêf û saz û govend
Vejînin li Kurdistan

Newroz çi qas delal e
Bi gul û çîçek cehal e
Her sal her sal van çaxa
Dilê me tim li bal e

Tu vedikûjînî derdan
Tuyî cejina me Kurdan
Bîst û yekê Adarê,
Me digijînî(digihînî) biharê

Her dimînî belekî
Dilgeş dikî gelekî
Kulîlk dertên kesk û şîn
Li her alî didin bîn

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?