Aram Tîgran - Bilbilo
wêneyê hunermendî:ê 652 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Bilbilo

Hey lê lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lê xist hêlîn tev xera kiro
(Ax) perîşano, de sêwiyo, mihaciro
Tu bi hesreta hêlîna keviro

Bilbilê reben gune ye, nalîlîne
De xema şalûl e, ji xwe re xweş dixwîne
De dedê bilbil ne qefesa zêrîne
Mexsedê wî wetenê(welatê) xwe bibîne

Hey lê lê wayê oy oy li min felek
Tu çima manî li serê bilbilê perbelek
Te gelek tofan hatin gelek û gelek
Bilbilê reben bû mîna kelek

Hey lê lê wayê gidî bilbilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û şax
Tu reben î gune yî, tu(ax) sêwî yî
Stara te tune, tu bê cî yî

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?