Aram Tîgran - Bo Te Dîl Im
wêneyê hunermendî:ê 190 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Bo Te Dîl Im

Wezê ji te re dibêjim
Derd û kula dirêjim
Wez bêy te kerr û gêj im
Delîl im boy te dîl im

Delîl im, Delîl im, Delîl im boy te dîl im
Delîl im, Delîl im, Delîl im boy te dîl im

Wez gune me, cihal im
Gelek boy te dinalim
Dil hinava min dikalin
Delîl im boy te dîl im

Şev û ro min re yek e
Delalê zulmê meke
Dilê xwe ji mi re veke
Delîl im, boy te dîl im

Dilşewata min girtiye
Çavê te yê nûr sebeb in
Kenê te dilê min sotiye
Delîl im, boy te dîl im

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?