Aram Tîgran - Boy Te Dîn im
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Boy Te Dîn im

Keçê ji bona te ez dîn im,
Kilama li ser te dertînim,
Çavê xwe li te digerînim,
Bawer nakim te bibînim.
Sibê nîvro berêvarê,
Hîviya te me li bin wê darê,
Wextê dûr va te dibînim,
Dil û hinav têne xwarê.
Keçê ji bona te ez dîn im,
Kilama li ser te dertînim,
Çavê xwe li te digerînim,
Bawer nakim te bibînim.
Dibêm were çima nayê,
Tu kevoka vê dinyayê,
Tu ji hêlina xwe dernayê,
Ser te ewr e nabe sayî.
Keçê ji bona te ez dîn im,
Kilama li ser te dertînim,
Çavê xwe li te digerînim,
Bawer nakim te bibînim.
Navê tey xweş kê daniye,
Rûkê tey sor li hev aniye,
Birû bijang kişandiye,
Dilê min ji ber helandî ye.
Keçê ji bona te ez dîn im,
Kilama li ser te dertînim,
Çavê xwe li te digerînim,
Bawer nakim te bibînim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?