Aram Tîgran - Çavreşê Min Dîtiye
wêneyê hunermendî:ê 5675 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Çavreşê Min Dîtiye

Çavreşê min dîtiye delalê
Dixwazim wê bînim bûka malê

Wext nêzîk bû ez ê herim balê
Çavreş xwînşêrîn e, qîza malê
Çavreşê min dîtiye delalê
Dixwazim wê bînim bûka malê

Payîz nêz bû, dinya me çi xweş e
Îsal daweta min û çavreş e
Çavreşê min dîtiye, ax delalê
Dixwazim wê bînim bûka malê

Dewranek xweş e roj roja me ye
Dilê me yek e, me çi ji xelkê(xelqê) ye
Çavreşê min dîtiye delalê
Dixwazim wê bînim bûka malê

Ax îsal daweta min û te ye
Bi hev re bibin bûk û zava ye
Çavreşê min dîtiye delalê
Dixwazim wê bînim bûka malê

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?