Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Feqîyê Teyran (Ay Dilberê)
wêneyê hunermendî:ê 399 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Feqîyê Teyran (Ay Dilberê)

Li baxê min bû zivistan,
Hey dîlberê dêm gulistan,
Çilmisîbû bax û bostan,
Wêran ez im malêm xirab.

Hey dîlberê qe menale,
Feqiyê Teyran êdî kal e,
Nexweşekî pir bêhal e.

Tu him gul î him rihan î,
Tu him derd î, him derman î,
Him hekîm î, him loqman î,
Wêran ez im malim xirab.

Hey dîlberê qe menale,
Feqiyê Teyran êdî kal e,
Nexweşekî pir bêhal e.

Suphan ji navê te ra tenê,
Xalek ji xala ax gerdenê,
Te dîn kirim berdam dinê,
Wêran ez im malim xirab.

Hey dîlberê qe menale,
Feqiyê Teyran êdî kal e,
Nexweşekî pir bêhal e.

Wey dîlberê de tu zanî,
Kulîlk vebû çiya û banî,
Bilbil pirs kir, Feqî kanî,
Wêran ez im malim xirab.

Hey dîlberê qe menale,
Feqiyê Teyran êdî kal e,
Nexweşekî pir bêhale.

Gotin: Feqiyê Teyran
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?