wêneyê hunermendî:ê 66 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Huba Min

Ka ew beşer û bengzê te delalî,
Rûkê nermik û şermoka xalxalî,
Ka ew lêvê te yê mor mor ku hela,
Weka pençê tava sibê ye zelal.
Kesek tune deriyê dilê te veke,
Ax welato bi huba xwe te şa ke.
Tema lêvê soresosin qudretî,
Ser zimanêm nadim mi ra rihetî,
Qimîş nakim devê xwe vekim dua
kim,
Tirsim bifire xalif e hunda kim.
Kesek tune deriyê dilê te veke,
Ax welato bi huba xwe te şa ke.
Singê sedef mîna baxê topkirî,
Mi ra bû saz, gav û saet nav da bûm,
Gerdena te dara miraz li tirî,
Pêşiya te bûm mi ra dibû şevbirîn.
Kesek tune deriyê dilê te veke,
Ax welato bi huba xwe te şa ke.
Huba leylan mi ra kaniya miraza,
Dil avdide qinyet dikir her qasa,
O çavê te yê reş mi ra nûr û şendan bû,
O li tirî mi ra sebr û doman bû.
Kesek tune deriyê dilê te veke,
Ax welato bi huba xwe te şa ke.
Zimanê te mifta dilê evîniyê,
Bangê nazik mi ra banga mizgîniyê,
Cot memikê te ziyareta cinetê,
Mi ra emr e û nîşana hurmetê.
Kesek tune deriyê dilê te veke,
Ax welato bi huba xwe te şa ke.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?