Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Keçik Çûne Ber Avê
Gotinên Stranan
Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Keçik Çûne Ber Avê
Keçik çûne beravê,Xemlê bedew û li navê,
Şalik daketine avê,
Ez heyrana bejn balê.
Keçik avê xwe dikin,
Guliya bedew şe dikin,
Vedigirin gula lê dikin,
Gul xijmoka nav dikin.
Keçik çûne beravê,
Xemlê bedew û li navê,
Şalik daketine avê,
Ez heyrana bejn balê.
Ew çîçekê xweş tînin,
Kinca beravê tînin,
Sor û spî qawareng,
Kaw û kubar hemû reng.
Keçik çûne beravê,
Xemlê bedew li navê,
Şalik daketine avê,
Ez heyrana bejn balê.
Keçik ji beravê tên,
Gul û sosin wana tên,
Xort mêrga da pêş ve tên,
Bûy şabûna wana tên.
Keçik çûne beravê,
Xemlê bedew li navê,
Şalik daketine avê,
Ez heyrana bejmalê.
Şîrove