Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Xwezil Dîsa Zar Bûma
wêneyê hunermendî:ê 265 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Xwezil Dîsa Zar Bûma

Sibê zû şiyar bûma,
Pêxas û bê şal bûma,
Lingterikî, lêvên ziha,
Xwezil dîsa zar bûma.

Çewa berx bê zar bûma,
Bê mal û bê par bûma,
Rihî sade, dilî can,
Xwezil dîsa zar bûma.

Sibê zû şiyar bûma,
Pêxas û bê şal bûma,
Lingterikî, lêvên ziha,
Xwezil dîsa zar bûma.

Li bin kon star bûma,
Li çahişmê kal bûma,
Por ritilî kiras caw,
Xwezil dîsa zar bûma.

Sibê zû şiyar bûma,
Pêxas û bê şal bûma,
Lingterikî, lêvên ziha,
Xwezil dîsa zar bûma.

Hespê komeyt siyar bûma,
Ji çiyê ber war bûma,
Bimama bê deng û nav
Her tek tenê zar bûma.

Sibê zû ve şiyar bûma,
Pêxas û bê şal bûma,
Lingterikî, lêvên ziha,
Xwezil dîsa zar bûma.

Gotin: Prof.Dr. Seîdê Îbo
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?