Aram Tîgran - Çil Çil Kezî
wêneyê hunermendî:ê 262 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Çil Çil Kezî

Çil çil kezî çil kezî
Çil çil kezî Tewerzî
Ti li serî ta û derzî
Mi digo ax, te digo xwezî

Çil çil kezî xerîbê
Stêrka pêşiya hîvê
Kerem ke were şîvê
Rûnê li ser balîvê(balîfê)

Çil çil kezî etar î
Dişixulî heya tarî
Mala bavê xwe dinalî
Te mi kire vî halî

Kezîzerê kezîzer
Mi bi xulama guliyê zer
Singspiyê berf li ser
Qewilê me mala Heyder
Kezîzerê Farqînî
Tu bi fîstana hêşîn î
Korî lawik nastînî?
Kêfa xelkê bi me tînî

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?