Aram Tîgran - Cûdî Bilind e
wêneyê hunermendî:ê 220 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Cûdî Bilind e

Cûdî bilind e, Xebat bira
Dengê saza te çi xweş tê
Ew helbestê te yî şêrîn
Ji nav dil û rihê gel tê

Bêhna azadiyê keko
Ji tiliyên destê te tê
Bistrê bibêje bi sazê re
Sebra dilêm bi saza te tê

Rast e çavê me girtî bûn
Lê şev û roj em şiyar bûn
Doşeka me erda şil bû
Lê dilê me ji pola bû

Rast e çavê me girtî bûn
Lê şev û roj em şiyar bûn
Ey hevalo tê bîra te
Ser sinoran nubedar bûn

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?