Aram Tîgran - Dawet
wêneyê hunermendî:ê 59 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Dawet

Gelî xelqê dawetê,
Gelî birayê muhbetê,
Tu li vê kêfê şawetê,
Şahî ket nav miletê.
Keçino werine dîlanê,
Xortino werine dîlanê,
Govend kişiya meydanê,
Milet hatiye seyranê.
Tu li vî bayê baranê,
Govend kişiya eywanê,
Keçikê dayê heyranê,
Ketiye serê dîlanê.
Govend geriya tev xort in,
Kilama ji hev ra digotin,
Tev keçik in tev cot in,
Gelek çalim firotin.
Çûme dîlanê carek,
Hatime dîlanê carek,
Hine min anî barek,
Bûk li zavê bimbarek.
Gelî xelqê dawetê,
Gelî birayê muhbetê,
Tu li vê kêfê şawetê,
Şahî ket nav miletê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?