Aram Tîgran - Dayika Min î Delal
wêneyê hunermendî:ê 225 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Dayika Min î Delal

Dilê te fireh, çawa wek esman û beir(behir)
Bona min ronahî dide şev roj û her car
Hêlekanê dihejînî, lorî dibêjî
Derdê kevn bîra xwe tînî, stêrka dirêjî(hêsira dirêjî)

Dayik dayika min e, helal û delal
Min ji cot kaniyê te vexwar şîrê zelal

Dayik can dunê(dinê) de qet tune mîna te
Min firk firk, vexwariye şerbeta te
Min helal ke û zelal ke, ez im kurê te
Heya sax im ji bîr nakim ew xweş keda te

Derdê dayika min a delal zehf e û pir e
Şev û roj xew nake ji bona qizan û kur e
Destek dergûş destek hêlekan dihejîne
Derdê kevn bîra xwe tîne stêrka dirijîne

Gotin: Mecîdê Silêman
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?