Aram Tîgran - Delal Hayê
wêneyê hunermendî:ê 437 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Delal Hayê

Delal hayê, delal hayê, delal qurban
Bejina te zirav tenik e û xweşik e ji tebîetê
Were rûnê li bin darê me zeytûna
Rêz bi rêz in xet bi xetê
Heker(heger) qîma delal nayê
Em herin bin dara ziyaretê

Delal hayê, delal hayê
Delal qurban ew fîstana(ê) kesk û sor û zer mil milî
Li bejina te tê, ew morîkên sor gul gulî û rêzkirî
Li ser eniyên te xweş tên
Delal qurbana ez heyrana wê kembera te yê sor li piştê

Delal hayê, delal hayê
Delal qurban were em herim deşt û çiya
Ji xwe re bikin laqirdiya
Em ê rûnin li bin darê vê Beîva, bax û baxçên Sêv Hirmiya
Heker qîma delal nayê em herin nêçîra pezkoviya
Delal hayê delal hayê dewr û dewran li me nayê.

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?