Aram Tîgran - Delala Min
wêneyê hunermendî:ê 185 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Delala Min

Delala min û her du xwişka xwe
Hatin li ser qewil û sozê xwe
Ji eşiq û hezkirina bi kêf û dilê xwe
Ji hev re gotine derd û kulê xwe

Delala min ji Kurdistan e
Navê delalê Gulistan e
Jê hez dikim bidim jê re dilo can e
Her demê her car xweş e, ev jiyan e

Delala min pirşeng û naz e
Baqê gulê sor tilîsaz e
Car carna dibê ji min re kul û gaz e
Dil û cegerê wê, bi serfiraz e

Navê Gulistan pir şêrîn e
Bi dengê zelal hingivîn e
Kilama dibê, hêsira dirijîne
Derd û kulê xwe tim bîra xwe tîne

Gotin: Feyroşah Haco
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?