Aram Tîgran - Derdê Dila
wêneyê hunermendî:ê 242 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Derdê Dila

Derdê dila dil şewitiye dil birîndar e
Bihar çû, payîz hat zer bû pelê dar e
Xortanî çû pîr bû, nêz bû bêyçar e

Pîr bûm her kes li min bû neyar e
Jiyana min wekî hespê kehêl siwar e
Wenda bûye bi lez duman ne efsar e

Dinya li ber çavêm weko marê bijar e
Dev û diran çûn çav kor bûn bi yekcar e
Bûme wek berxê nav pence gurê har e

Dinalim ez wek nexweşê birîndar e
Ji ber pîrbûnê dil ketiye zarezar e
Cegerxwîn im ji desrê welat mam bêpar e
Kurdino rabin tev de ji xew bin hişyar e

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?