Aram Tîgran - Dîlber
wêneyê hunermendî:ê 285 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Dîlber

Dîlber rabe were ber çavêm meş ke
Wan kenên xwe yî şêrîn dilê min gehs(xweş) ke
Carek pirs ke halê kalê birîndar
Nalenal e were kêfa wî xweş ke
Wê fîstana kesk û sor zer milmilî
Çiqa li bejina te yî xweşik xemilî
Wan morîkên sor û şîn û gulgulî
Wek te tîrek berda orta vî dilî

Wey kafirê bazinê zêr ê di mil da
Bêje boy kê te çavê xwe yî reş kil da
Carek were bimeşe li ber min da
Tu derd û kul nehêle nava dil da
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?