Aram Tîgran - Dîlberê
wêneyê hunermendî:ê 370 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Dîlberê

Li baxê min bû zivistan
Ay Dîlberê dêmgulistan
Ax Dîlberê dêmgulistan
Çilmisî gul, bax û bostan
Wêran ez im malim xerab

(Koro)
Ax(way) dîlberê qe menale
Feqiyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bêhal e

Tu him gul î, him rihan î
Tu him derd î, him derman î
Him hekîm î, him loqman î
Wêran ez im malim xerab

Ay(ax) dîlberê de tu zanî
Kulîlk vebûn çiya û banî
Bilbil pirs kir: Feqî kanî?
Wêran ez im malim xerab

Suphan ji navê te re tenê
Xalek ji xala gerdenê
Te ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ez im malim xerab

Gotin: Feqiyê Teyran
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?