Aram Tîgran - Dunya
wêneyê hunermendî:ê 220 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Dunya

Şeveke tarî dîlber nexweş ket
Şevek dirêj bû roj dernediket
Baran dibarî ewiran nediket
Hemberî mirinê jiyan qels diket

Dunya dunya dem û dewran e
Çi qas dirêj be xewnek şevan e
Çi qas biha be ew qas erzan e
Firekî av e parekî nan e

Derketim ji boy derman peyde kim
Mi go belkî ez dîlberê rakim
Mi çi zanî ku ez ê rê şaş kim
Heya vegerim dîlber wenda kim

Eger tu dîsa li min vegere
Nîvê emirê min bibe ji xwe re
Eger jiyan be ji min û te re
Eger mirin be tenê ji min re

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?