Aram Tîgran - Eman Lê Lê
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Eman Lê Lê

Bi baxan dîlber im sorgul,
Wekî bilbil dikim meylê,
Sehergahan dinalim ez,
Aman leylê, aman leylê.
Tu Leyla ez wekî Mecnûn,
Stem kir pir li me gerdûn,
Çemê dila Dîcle û Ceyhûn,
Felek heylê, felek heylê.
Bi nîşanî bi şîranî,
Tu latê rind û xopan î,
Li te pîroz e şihanî,
Bi bejn û kêsim û şeylê.
Li ser textê evîndara,
Mesîha ye ji derda ra,
Dil birîn bû ji dîndara,
Te pirsek lê nekir qey lê,
Ceger xwîn bû ji dîndara,
Te pirsek lê nekir qey lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?