Aram Tîgran - Eman Neman
wêneyê hunermendî:ê 226 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Eman Neman

Eman eman…. neman min bihîstî de îro gidî gidyano
Yekî ji xwe re xwestî, royê sê car bi dilê şikestî,
Xafika spî bêm dewata te jî, eker ji min çêtir bê…,
Pîroz û mimbarek bê li vî canî, li vî cesetî,
Belê mi go eker ji min pîstir bê, ez ê zêde nifira li te bikim,
Tey nekanî tîrî destî, mîratê goştê laşê te bihelê,
Tu bibî komekî hestî bikevî ber vî destî
Eman neman, eman nenman… şewtiyê te me berxê.

Şêx Bedirê mino…., mi go: bila dil bi dil bê, bila mi go tûrê parsê li mil bê….,
De bila xwarina me garis bê, doşeka me erd bê, balfîka me kevir bê,
Nivîna me esman bê, tavekî rehmeta Xwedê ser serê keleşgewra dilê min hasil bê,
Eman neman, eman neman, eman nenma… şewtiyê te berxê.

Gotin û Muzîk: Hesen Cizîrî
Herêm: Botan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?