Aram Tîgran - Ev Çi Dinya Ye
wêneyê hunermendî:ê 262 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ev Çi Dinya Ye

Hey wax li min wax, ev çi dinya ye
Kurdistan bin destê dijmina ye
Mal û milkê me ji xelkê re maye
Bextê dinyayê îro nemaye

Dayê dewran e bavo dewran e
Soz û qirarê felekê kane?
Roja me ne roj e, şev ne şevan e
Derdê miletê Kurdan giran e

Bax û baxçê me tevda kanî ne
Dilê me ji ber wê ax bibirîn e
Em deiwa dikim dibên: hûn kî ne?
Meqsedê dilan dişewitîne

Welatê şêrîn em te bîr nakin
Dest bidin dest hev bi hev re bang kin
Kurdistana şêrîn zû aza kin
Kurdê dinyayê bi carekê şa kin.

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?