Aram Tîgran - Ev Welatê Me Kurdan
wêneyê hunermendî:ê 193 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ev Welatê Me Kurdan

Ev welatê me Kurdan
Bav û kalê me jê çûn
Hezar bi hezar salan
Li ser mezinî diçûn

Ev zulim û zora dijmin
Sedê salan e li ser me
Kurdên reben helandin
Ne wijdan e ne şerm e

Îro jî em nikarin
Koxek ji boy xwe çê kin
Heta ji ax û herî
Baxek ji boy xwe lê kin

Xelqê xerîb ne ji me
Li ser me tev bûn wezîr
Bûne paşa û hakim
Li ser me bûne emîr
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?