Aram Tîgran - Ez Sazbend im
wêneyê hunermendî:ê 173 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ez Sazbend im

Merd im, merd im, gelek merd im,
Him dengbêj im, him sazbend im,
Xem û xeyal ez ê berdim,
Ji vir ha da ne bi derd im.
Têla sazê xwe bijdînim,
Ez bi sazê xwe amîn im,
Kêfa xelqê ez ê bînim,
Kêf û şahiyê em bibînin.
Him dengbêj im, him sazbend im,
Xem û xeyal ez ê berdim,
Ji vir ha da ne bi derd im.
Têla sazê min zirav e,
Dengekî xweş wê jê rabe,
Wê li dinyayê belav be,
Dinya alem wê pê şa be.
Him dengbêj im, him sazbend im,
Xem û xeyal ez ê berdim,
Ji vir ha da ne bi derd im.
Lo sazbendo tu ji kur hatî,
Bi xêr û silamet hatî,
Bi vî sazî, vî meqamî,
Kêf û şaya vî welatî.
Him dengbêj im, him sazbend im,
Xem û xeyal ez ê berdim,
Ji vir ha da ne bi derd im.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?