Aram Tîgran - Gava Têy
wêneyê hunermendî:ê 162 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Gava Têy

Ew çavên te yê mest û hêsirrêj
Derd kulê min tu zêde dikî
Te ez kirim wek mirovek gêj
Ji dest diçim lê tu deng nakî

Gava têy rûdinêy li kêleka min
Tu mirov xort û ciwan dikî
Lê ku maç dikî ji lêva(çavê) min
Tu min wek serxweş û mest dikî

Rabe were mala yara xwe
Çarik helîn ji ser çavên xwe
Bes e herî bêy wek mêvan
Te ez kuştim bi bejin û bala xwe

Dil ceger bûne wek ar pêt e
Dişewitin tev ji derdê te
Çi qas herim dûr kevin ji te
Lê bîr nakim ew xweş dilê te
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?