wêneyê hunermendî:ê 61 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran & Gulîzera Qaso - Oy Eman

Oy eman, oy eman,
Oy eman dilê min,
Oy eman, oy eman,
Oy eman emrê min.

Carik were mala min,
Ronaya çavê min,
Çewa be halê min.

Oy eman, oy eman,
Oy eman dilê min,
Oy eman, oy eman,
Oy eman emrê min.

Min te dîbû li govendê,
Çevreşê lewendê,
Xulama bazbendê,

Oy eman, oy eman,
Oy eman dilê min,
Oy eman, oy eman,
Oy eman emrê min.

Çend sal e dil ketim,
Deh sal e pey ketim,
Salek e hal ketim.

Oy eman, oy eman,
Oy eman dilê min,
Oy eman, oy eman,
Oy eman emrê min.

Sekinîm ser riya te,
Aşiqê bejna te,
Memnûn e bavê te

Tînim ser riya te,
Aşiqê bejna te,
Bûme qurbanê te.

Oy eman, oy eman,
Oy eman dilê min,
Oy eman, oy eman,
Oy eman emrê min.

Gotin: Egîdê Cimo
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?