Aram Tîgran - Gulşîrînê
wêneyê hunermendî:ê 95 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Gulşîrînê

Gulşîrînê gulnazê,
Delalê gerdengazê,
Têlek ji têlê sazê lê,
Were mala me razê.
Gulnazê gulbiharê,
Çima nayêyî êvarê,
Hewşa me siya darê lê,
Li bin dara hinarê.
Gulşîrînê gulnazê,
Delalê gerdengazê,
Têlek ji têlê sazê lê,
Were mala me razê.
Gulnazê fîstan morê,
Rûkê te sêva sorê,
Tu nav bostana jorê lê,
Te nabînim nav dorê.
Gulşîrînê gulnazê,
Delalê gerdengazê,
Têlek ji têlê sazê lê,
Were mala me razê.
Gulnazê çav bi nûrê,
Meşiya te hûr û mûrê
Dengê te pîr şîrîne lê,
Lê rihê te li nav tembûrê.
Gulşîrînê gulnazê,
Delalê gerdengazê,
Têlek ji têlê sazê lê,
Were mala me razê.
Gulnazê ser kaniya,
Gul çîçeka gundiya,
Gulnazê ji min ra binîn zû,
Dilê mîn ji ber êşiya.
Gulşîrînê gulnazê,
Delalê gerdengazê,
Têlek ji têlê sazê lê,
Were mala me razê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?