Aram Tîgran - Here Welatê Bav û Kalan
wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Here Welatê Bav û Kalan

Dilo rabe ji nav koma neyaran
Bes e rûnêy li ber kûşik û dîwaran
Rabe here welatê bav û kalan
Here nav pismamê xwe, ap û xalan
Der û cînar xwişk û biran hevalan

Dilo here cî warê ku tu dixwazî
Here Botan here Şengal û Mazî
Here deşt û çiyayê hêşîn newalan
Here nav şivanan û tîp û çolan
Derê zozana, kon û çît û hulan

Dilo here nav karwanê koçeran
Binêr ka çi lê anîne neyaran
Li her cî rijiyaye xwîna şehîdan
Xort û qîz in partîzan in li berxwedan
Welat dayika me ye ji me re rih û can

Seyda wek şalûl û bilbil dixwîne
Dil û ceger tije kul û birîn e
Ew kişyaye ji nav xort û cihalan
Emrê wî çûye û ketiye şêst salan
Şev û roj dinale wek pîr û kalan

Gotin: Ebdulrehman Dure
Awaz: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?