Aram Tîgran - Heval Serok
wêneyê hunermendî:ê 253 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Heval Serok

Şoreş pêk tînim bi navê karker
Çar hêlên welat bikin ceng û şer
Xortên jêhatî bikin ceng û huner
Hildin ala kesk û sor û zer

Heval Serok serokê baz î
Şoreş pêk anî bi serfiraz î
Gelê Kurd rabin bikin gazî

Gelê hêja ey hevalên delal
Nexwazin meznahî zêr û mal
Kesê piçûk re jî bêjin heval
Rizgar bikin welat her çar alî

Ez bawer im bi şoreşa gel
Wê rizgar kin welat pel bi pel
Boy çi ranabin birayê zexel
Ji bo berdin neyarê çepel

Kurdistana me xweş û şêrîn e
Ev warê me ye neyar xwedî ne
Em Kurd kole ne bê war û cî ne
Ji şoreşa nû em bihêvî ne

Serokê taze, ser mila baz e
Ji bo gelê Kurd azadîxwaz e

Rabû Serok serokê baz î
Şoreş pêk anî bi serfiraz î
Kurdistaneke azaddixwaz î
Gelê Kurd rabin welat bi gazî

Şoreş pêk anî ser navê karker
Çar hêlê welat bûye ceng û şer
Xortên jêhatî keçên bihuner
Wan hilda ala kesk û sor û zer

Rêzanên hêja rêberên delal
Navên meznahî navên zêr û mal
Dibêjin kesê biçûk jî heval
Divên rizgar kin welat her çar al

Kesên axa û beg tev birakuj in
Xwedîeşîr in ji hev re dijin
Bi neyaran tim gel dimijin
Wê bi çi rengî serbixwe bijîn

Ez bi bawerim ji şoreşa gel
Wê rizgar bikin welat pel bi pel
Bo çi ranabin birayên zexel
Da em berdine neyarên çepel

Li ber çava ye va em dibînin
Deşt û çiya tev barut û xwîn in
Kurdino bibin yek em Dilbirîn in
Kesên ne yek bin bê war û jîn in

Rêxistinên Kurd tev rabin hawar
Dest bidin hev de bibin rizgar
Çi rast û çi çep bûne yek neyar
Wê Kurdan qir kin zû bibin şiyar

Gotin: Dilbirîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?