Aram Tîgran - Hevalê Serok (Serok Apo)
wêneyê hunermendî:ê 1566 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Hevalê Serok (Serok Apo)

Hevalê Serok, heval Ocalan
Serokê Partiya Karkerên Kurdistan
Ew ked û xwîdana te yî sal bi salan
Nayên bîrkirin, li çar aliyê cîhan

Kurdino xwe bigirin, gerîla hatin
Serok Apo ye, bi çek û xelat in
Tev şoreşger in, bi dil xebat in(şewat in)
Natirsin ji dijmin, wek canpolat in

Qîzê û xortê me yî, ciwanê Kurdan
Ew bi rêça te yî rast, tev bûn şoreşvan
Ew ê feda kin, rih û mal û can
Ji boy azad kin, dayika Kurdistan

Kurdistan xweş e lê îro birîndar e
Ketiye destê zalimê dijmin xwînxwar e
Serok Apo ye ji me re star e
Wê me xelas ke ji destê neyar e

Bijî her bijî Serok Ocalan
Tu bi nav û deng î li çar aliyê cîhan
Gel bi te şa bû, rabû ser lingan
Doz û mafê gel, te ji wan re kir eyan

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?