Aram Tîgran - Hevalo Loma Meke
wêneyê hunermendî:ê 243 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Hevalo Loma Meke

Lo hevalo loma meke
Tu dilê xwe ji min sar meke
Derd û kulê min pir kûr in
Loqman hekîm jê fam nake

Riya welatê me dûr e
Dijmin li ser zor stûr e
Ev çend sal e zilma dijmin
Nav dilê me xwîn difûre

Lo hevalo pir çeleng î
Dewran li me bû derengî
Kurdistanê xwîn dirije
Rabe bibêje bike dengî

Ev xerîbî pir dijwar e
Ne me cî ye ne me war e
Dikim nakim rê nabînim
Birîna dilê min dijwar e

Lo hevalo waye em hatin
Em bi xemil û xêza welat in
Ji çiya ne wek polat in
Boy serxwebûn em xelat in

Gotin: Şervanên Azadiyê
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?